Li dijî sê parlementerên HDPê doz hate vekirin

zextên li ser HDPê didomin
کوردستان TV
100%

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji ber parvekerinên medyaya civakî yên parlamenterên HDPê; Adem Geveri, Bedia Ozgokçe Ertan û Lezgin Botan de bi hinceta ku propagandaya rêxistinê kirine fezleke amade kir û ji Wezareta Dadê re şand.

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di çarçoveya operasyona dijî Efrînê ya artêşa Tirkiyeyê de ji ber parvekirinên medyaya civakî, derbarê 3 parlamenterên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) de fezleke amadekir û ji Wezareta Dadê re şand.

Her wiha hersê parlamenterên HDPê yên ku derbarê wan de fezleke hatin amadekirin ‘Adem Geveri, Bedia Ozgokçe Ertan û Lezgin Botan' bi hinceta ku propgandayê rêxistinê kirine tên sûcdarkirin.

Beriya niha jî derbarê 12 parlamenterên HDPê de fezleke hatibûn amadekirin û ji parlamentoya Tirkiyeyê re hatibû şandin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.