Ajansa Reuters radigihîne ku hêzên Ereb yên hevalbendên Kurdan, hezar û 700 şervanên xwe ji şerê dijî DIŞIê li Dêrezorê dikşînin û dişîne eniya Efrînê.
Berdevkê Ceyş el Suwar (Artêşa Şoreşgeran), Ebû Omar el Îdlibî ji ajansê re ragihand ku wan hezar û700 şervanên xwe şandine Efrînê.
Îdlibî got: Me 1,700 şervanên xwe ji Dêrezorê derxistin ku Efrînê ji terorîzmê biparêzin. Niha tenê 700 şervanên me li herêmê man.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Ceyş el Suwar, beşeke ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye û piranî ji Ereban pêk tê.
Hijmareke zêde şervanên Ereb diçin Efrînê
Hêzên ereb yên di nava HSDê de hezar û 700 şervanên xwe dişîne Efrînê.
100%
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin