Selman: Îran, Tirkiye û Qeterê sêgoşeya şerê ne

"Sêgoşeya Şerê, dixwaze bi ewlekariya ereban bilîze
کوردستان TV
100%

Medyakara misirî Lemîs el Hedîdî hûrgiliyên civîna Welîehdê Siûdî Prens Muhemed Bin Selman li gel çend medyakarên navdar ên Misirê di dema serdana wî ya vê carê bo Qahîreê de eşkere kirin.
Li gorî Hedîdî, helwesta Bin Selmanî ji Tirkiyeyê berbiçav e ji ber wan wek osmaniyan bi nav dike û dibêje ku "sêgoşeya şerê" ya li herêmê de ne û wiha dewam dike: "Sêgoşeya Şerê, dixwaze bi ewlekariya ereban bilîze ku hinek ji wan dixwazin xîlafetê deynin û hinek jî hewl dide şoreşê derxînin derve".
El Hedîdî li ser zimanê Bin Selmanî ragihand ku "Doha(paytextê Qeterê) platforma koma Îxwan el Muslimîn e ku ew jî çavkaniya fînansekirina wan e û behsa "sêgoşeya şerê" kir ku ew jî ji Osmaniyan, Îran û komên terorkar pêk tê" û teqez kir ku Tirkiye xîlafetê dixwaze û herwiha dixwaze rejîma xwe li herêmê ferz bike û Îran jî dixwaze şoreşa xwe derxîne derve."
Welîehdê Siûdî Muhmed Bin Selman niha serdana Misirê dike û li gel Serokê Misirê Ebdulfetah el Sîsî, şêxê Ezherê Doktor Ehmed el Teyibî, Papa Tiwadorûsê duyem re jî civiya."

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.