Fîlozofê navdar: Kurdistan rastiye lê dagîrker xeyalîne

Nivîskar û fîlozofê frensî Bernard Henry Levy di axaftina xwe de got
کوردستان TV
100%

Nivîskar û fîlozofê frensî Bernard Henry Levy di axaftina xwe de ragihand ku ti ferq di navbera Heyder Ebadî û Sedam Huseyn de tineye, divê kurd êdî ji bo xwe tekoşînê bidin.
Nivîskar û fîlozofê frensî Bernard Henry Levy di axaftina xwe de got: "Kurdan ji bo ewlehî û aramiya hemû xelkên cihanê şer meşandin. Divê kurd hem ji hêla leşkerî û hem jî hêla dîplomasî ve dest bi tekoşîneke nû bikin. Divê kurd di Kongreya Amerîkayê de ku rê li ber siyaseta dinyayê vedike dest bi hewldanên dîplomatîk bikin.
Bernard Henry Levy di berdewamiya hevpeyvîneke xwe de got: "Netewa kurd neteweke rast û xweragir e û Kurdistan jî heye. Lê Iraq û Sûriye welatên xeyalî ne. Ev berhema bêwate ya kolonyalîstên rojavayî ye. Digel vê kurdan ji qetlîama Helebçei Kerkûk û yên din tecrube wergirtin. Gelek tiravma derbas kirin, lê ranewestiyan û hêviyên xwe winda nekirin."
Henry Levy di dirêjiya hevpeyvîna xwe de dibêje: "Kurdan bi şêweyekî medenî û demokratîk referandûm li dar xistin, le rojavayî bêdeng man. Ez xwe wek mîsyonerekî kurd dibinim. Hemd ji Xweda re ku bi sedan Levyên kurd hene."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.