Rosneft Kurdistanê û Iraqê nêzîkî hev dike

hewldan bo lihev nêz kirinê dest pê kiriye
کوردستان TV
100%

Hat ragihandin, Kompaniya Rosneft a rûsî ku li ser petrolê kar dike hewil dide Herêma Kurdistanê û Iraqê nêzîkî hev bike û tê diyarkirin, bi van hewlan re Herêma Kurdistanê razî bûye bi du mercan petrola xwe bixe kontrola Bexdayê.

Ajansa Reutersê di nûçeyeke xwe de ragihand, kompaniya Rosneftê bi berdewamî hewil dide Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê nêzîkî hev bike da ku têkiliyên têkçûyî yên piştî referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an ji nû ve zindî bike.

Piştî encamdana referandûmê û 16ê Cotmeha 2017an kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê ve, dîyaloga Hewlêr û Bexdayê rawestiyabû û 27ê Sibata 2018an jî ji nû ve danûstandina herdu hikûmetan destpê kiribû.

Di nûçeyê de tê gotin, di petrola Kerkûkê ji nû ve bi rêya boriyên petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê destpê bike û kompaniya Somo ya lraqê jî serperişitiya wê proseyê dike.

Reuters diyar dike ku herêm bi du mercan razî bûye petrola xwe bixe destê Bexdayê ku ew jî yekem; "Hinek ji petrola xwe bo zelalgehên navxweyî yên herêmê bihêle û terxan bike û di destê hikumeta herêmê de bimîne. Ya duyê jî kirêya veguhastina petrolê bo Tirkiyeyê hikumeta lraqê bide."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.