Hat ragihandin ku milîtanên li Xûtaya Rojhilat li navenda el Rihanê gule berdane navendeka tenduristiyê. Vladimir Zolotuhin got ku “ev sûcek şer e.”
Nûnerê Komisyona Rûsya ya Lihevanîna Terefên Sûriyê ji rojnamevanan re ragihand ku "rêxistinên derqanûnî tevgerên xwe yên provakatîf didomînin. Milîtan bi guleyan û bi hawanan êrişê noxteyan dikin." Zolotuhin di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji van noxteyên ku êriş kirinê yek jî navenda tendirustiyê bû. Her wiha 6 hewan jî li wê herêma tendirustiyê ket.
Vladimir Zolotuhin di berdewamiya axaftina xwe de got ku: Milîtan sivîlan bi kar tînin. Nahêlin ku sivîl tehliyê bibin. Xwe di pişt êxtiyaran, jinan û zarokan de vedişêrin. Van tevgerên han wek ‘sûcên şer' tên qebûlkirinê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin