Şîrkeya enerjiyê ya Rûsyayê Gazprom sewqiyata xaza xwezayî ya Ukraynayê da rawestandin û ji ber sermayê dibistan hatin tatîlkirin.
Dadgeha Tehkîmê ya Navdewletî ku navenda wê Îsweçe, roja çarşemê biryar dabû ku Rûsya berpirsiyariya xwe li hemberê Urkaynayê bicîh neaniye û cezayê pere dabû Rûsyayê. Miqdarê pere jî li dora 2.56 mîlyar dolarî bû. Vê biryara dadgehê Rûsyayê zahf aciz kiriye.
Li hember cezayê dadgehê, Rûsya ji vê mehê û pê de xazê ji ser Ukraynayê birî û hem perê ku Ukrayna pêşîn bo xazê dabû, bi paşde da Ukraynayê. Ukrayna jî bi sedema tinebûna enerjiyê dibistanan, kreş û zankoyan tatîl kir.
Rêvebiriya Ukraynayê bo santralên elektrîkê emir da, da di şûna xazê de petrolê bikarbînin. Li ser birîna xazê Ukrayna, ji Polonyayê xazê kirî lê wê Neftoxaza Ukraynayê bo lihevkirina bi Xazproma Rûsya re, wê li rêya lihevkirinê bigere.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin