Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragihand, biryara vekirina rêya Hewlêr – Kerkûkê hat cibicîkirin û beşê di bin kontrola hêza Pêşmerge de ye vekiriye.
Kemal Kerkûkî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wek niyazpakiya hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevahiya rêya ku di bin kontrola wê de ye velkir.
Herwiha diyar kir, hin giriftên teknîkî li pêş barhilgiran dimîne, lê bi dilniyayî ew di demeke nêzîk de bê çareserkirin.
Kemal Kerkûkî tekez kir, ew rewşa niha bi vî awayî namîne, yan bi giftûgoyê çareser dibe, yan jî çend rêyên din digirine ber.
Amaje bi wê jî kir, biraya vekirina riya Hewlêr û Mexmûr û rêyên din yên di bin kontrola hêza Pêşmerge de ne jî vekirî ne.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an rêyên sereke ya di navbera Hewlêr – Kerkûk û Mexmûr hatin daxistin, biryar bû duh bihata vekirin, lê ji bo îro hat paşxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin