Pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) duh li ber deriyê mala xwe rastî êrîşeke bombeyî hatibû şehîd bû.
Li navçeya Bineslawa ya Hewlêrê duh wesayîta Pêşmergeyê PDK-Îyê yê bi navê Sabah Rahmanî rastî êrişeke bombeyî hatibû û di wê êrişê de kurê wî şehîd bûbû û ew bi xwe jî bo giranî birîndar bûbû.
Rahmanî ku 33 salî bû û xwediyê du zarokan bû îro tevî hemû hewldanên bijişkî jî ne hat xilaskirin û şehîd bû.
Bombeya ku di wesayîta pêşmergeyên PDK-Îyê de hatibû bicihkirin teqiya bû.
Asayîşa Kurdistanê di derbarê wê teqînê de lêkolîneke berfireh dabû destpêkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin