Heta niha li Efrînê 207 welatiyên sivîl hatine şehîd kirin

di nava 43 rojan de 207 sivîl ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatine şehîd kirin
کوردستان TV
100%

Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê diyar kir ji roja destpêkê ya êrîşê heta niha ji ber topbaran û bombebaranan 207 sivîl jiyana xwe ji dest da, 602 sivîl jî birîndar bûn.

Li gel biryara agirbestê ya komiserîya bilind ya Netewên Yekgirtî,topbaranên li dij Efrînê di roja 41’an de berdewam dike. Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê hejmara sivîlên ku di encama êrîşan bi ser Efrînê ya heta niha jiyana xwe ji dest da eşkere kir. Li gorî agahiyên hate parvekirin, 207 sivîlan jiyan xwe ji dest daye.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Tenduristî Encîla Reşo ve hate xwendin.  Reco got oʺJi 20 çile ta roja yek adarê ango îro, ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker 28 zarok, 23 jin bi giştî 207 sivîl şehîd bûne. Her wiha 73 zarok, 82 jin bi giştî 602 sivîl birîndar bûne.

Her wiha konvoya alîkarî ya Xaçe Sor a Navneteweyî ku dihate Efrînê rastî êrîşa artêşa Tirk a dagirker hat.ʺ

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.