Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim îro Pêncşemê got ku operasyona şaxa zeytûnê wê bi Efrînê sînordar nemîne.
Yildirim got ku ewê operasyonên xwe heta ku dawî li terorê bînin bidomîmin.
Yildirim got: Jibo operasyon bi dawî werin, divê rêxistina terorê bi temamî were tune kirin. Lewma em nikarin rojekê yan demekê bi lêv bikin. Kengî rêxistina terorê bi dawî hat, ew dem em dikarin behsa demê bikin.”
Yildirim, berevajiya bangên navnetewî ya rêzgirtina agirbesta li Sûriyê, dîyar kir ku operasyona ser Efrînê rêwabûna xwe ji mafên navnetewî ya hiqûqê digire û ewê operasyonê berdewam bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin