Li ewropayê nêzî hefteyeke seqem bandordar e, ji ber hewaya sar ku hîn jî li ser gellek welatan bandordare 48 kesan jiyana xwe winda kir. Tê payin ku hewaya sar di dawiya hefteyê de wê bandora xwe kêm bike û ewrûpayê biterîkîne.
Li gelek dewletên ewropayê nêzî hefteyeke seqem bandordar e, hat ragihandin ku 48 kesan ji ber seqemê jiyana xwe winda kiriye. Li Polonyayê 18 kes, li Çekyayê 6, li Lîtvanyayê 5, li Fransa 4, li Slowakyayê 4, li Sirbistan, Romanya û Slowenyayê 8 bi tevahî jî 48 kesan ji ber seqemê jiyana ji dest dan e.
Hat ragihandin ku di nav kesên ku jiyana xwe winda kirine de yên bêkes û bêwar jî hene. Li gor nûçeya DW çapemeniya Brîtanyayê heweya sar ku ji Sîbîryayê hatiye wek ‘Cenawarê Rojhilatê' bi nav kiriye ku tevahiya ewrûpayê xistiye bin bandora xwe û bûye sedema barîna berfek zêde.
Di hundirê 6 rojan de 48 kesan ji ber seqemê jiyana xwe winda kir, tê payin ku hewaya sar di dawiya hefteyê de wê bandora xwe kêm bike û ewrûpayê biterîkîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin