Di salvegera koça dawî ya rêberê şoreşa rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî de bi hezaran kes serdana mezara nemiran ya li devera Barzanê kir.
welatiyên Kurdistanê bi hemû çîn û tebeqeyan peymana wefa bo ax û gelê Kurdistanê li hember mezara Mistefa Barzanî nû kirin.
Barzaniyê nemir 14.03.1903ê li Barzanê ji dayîk bû. Di Komara Kurdistanê ya yekem a sala 1946ê de wek serfermandarê Komara Kurdistanê dest bi kar kir û piştre di sala 1961ê de rêbertiya şoreşa mezin a Îlonê bo rizgar kirina Kurdistanê da destpê kirin. Roja 01.03.1979ê de li Amerîkayê koça dawî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin