Hêzên Îranî kolbereke din kuştin

kuştina kolberan ji aliyê hêzên Îranê ve didome
کوردستان TV
100%

Kuştina kolberan ji aliyê rejîma Îranê ve didome.

Li Merîwan û Banê, ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê kolberekî jiyana xwe ji dest da, 2 kolber jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên, li herêma Dolabiyê ya Merîwanê, ku li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye, kolberek ji ber êrîşa hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Kolbernewsê, kolber Îbrahîm Rastî yê 24 salî duh ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin.

Li herêma Nînero ya bajarê Banê jî du kolber birîndar bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.