Raportorê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Nils Melzer di axaftina xwe de ragihand ku raportên ku li Tirkiyeyê rêbazên xeddar bikar tîne têne ber destê me.
Raportorê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Nils Melzer di axaftina xwe de ragihand ku raportên ku li Tirkiyeyê rêbazên xeddar bikar tîne têne ber destê me. Mixabin îdîayên şikenceyê nayên vekolandin.
Li gor nûçeya ajansa Alman a dpayê, Nils Melzer duhî li Cenevreyê di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Îdîayên ku li Tirkiyeyê di dema jêpirsînê de, lêdan, eletroşok, xistina ava sar, mahrum hiştina ji xwe, heqaret û destdirêjiya cinsî tê bikar anîn hene. Li gor raportan ev şêwazên şikenceyê li endamên PKK û FETOyê têne kirin û armanc bi van rêbazên xeddarî îftîrayan têxin stuyê kesên din."
Nils Melzer di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Ji ber rewşa awarte ya Tirkiyeyê dozger îdîayên şikenceyê venakolînin. Di rewşa awarte de jî nabe kesek rastî şikence û muameleya xirab were."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin