Tirkiyeyê parlementeriya parlementerê HDPê yê Mûşê Ahmet Yildirim û parlementerê HDPê yê Rihayê Ibrahim Ayhan betal kir.
Hat ragihandin ku Tirkiyeyê parlementeriya parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mûşê Ahmet Yildirim û parlementerê HDPê yê Rihayê Ibrahim Ayhan bi sedema ku cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn, betal kir.
Parlamentera HDPê ya Edenê Meral Daniş Beştaş di hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê de bertek nîşanî biryarê da. Beştaş diyar kir ku Ahmet Yildirim ji bo ku ‘heqaret' li Serokomar (ê Tirkiyeyê kiriye) û Ibrahîm Ayhan jî ji ber parvekirineke xwe ya li ser medyaya civakî hatine sizadan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin