Hêzên Iraqî rêka Pirdê-Kerkûkê girtin

rêya nevbera Pirdê û Kerkûkê girtine
کوردستان TV
100%

Rêka navbera bajarokê Pirdê û bajarê Kerkûkê bi behaneya operasyona DIŞIê hat girtin.

Li gor zaniyariyan hêzên polîs yên Iraqî îro li derdora bajarokê Pirdê yê Kerkûkê li dijî hinek çekdarên DIŞIê, ku tê gotin xwe li veşartine, dest bi operasyonê kirin.

Li gorî agahiyan, ji ber wê jî rêka navbera Pirdê û Kerkûkê hat girtin lê nayê zanîn ew rêk dê kengê were vekirin.

Ji aliyekî din, asayişa Kurdistanê ragihand, dê di nav çend rojên din de rêya navbera Kerkûk û Hewlêrê, ku ji ber êrişên Heşda Şeibî hatibû girtin, were vekirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.