Di rojnameya Financial Timesê de bi navê “li herêmê xeteriya agirek gur” analîzek hat weşandin. Di analîzê de tê îdiakirin ku wê li Sûriyê şerê wekalet dest pê bike.
Financial Times li ser rewşa Sûriyê ya piştê DIŞIê analîzeke bi berfireh hat weşandin. Analîz balê dikşîne ser ku şerê li hember DIŞI ber bi xelasbûnê ye lê di navbera dewletan de li Sûriyê şerên wekalet wê dest pê bike.
Nivîs bi muqayeseya el- Kaîde û DIŞIê dest pê dike. "DIŞI herî kêm bi qasê el-Kaîdê xeter e, di aliyê propagandayê de ji el-Kaîdê jî xetertir e. Ji ber vê rastiyê, têkçûyina vê rêxistinê ne xelasbûna şer e. Delîla wê jî ew e ku meha çûyî, meha herî zêde bi şer bû."
Analîz bi taybetî balê dikşîne ser vê xalê, "li Sûriyê ji ber ku dijminek hevpar tune ye, dewlet bi awayek li hember hev şer dikin. Sedema vê ya yekemîn jî ew e ku li Sûriyê hem aktorên herêmî û hem jî aktorên navdewletî gelek in."
Herwiha di analîzê de tê îdiakirin ku li Sûriyê eger di hesaban de xeletiyek biçûk jî bê kirin ev dibe ku bibe sedema şer di navbera dewletên wek Amerîka û Tirkiyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin