Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta teqîna bombeyê ya ku di 1ê Sibatê de li daîreya bacê ya li Çukurambarê qewimî, derbarê hevserokê bere yê PYDê û Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim de biryara zeftkirinê da.
Li gorî peyamnêrê rojnameya Haberturkê ku li Tirkiyeyê weşanê dike Serdozgerî bi vê biryara zevftkirinê, 3 zeftkirinên din ê ji bo Muslim ku li Pragê hatiye desteserkirin ji Çekyayê re bişînin ji Wezareta Dadê re şandiye.
Berdevkê Hikûmeta Bekir Bozdag ragihand ku dosyaya daxwaza vegerandina Hevserokê berê yê PYDê Salih muslim ê ku li Pragê hatiye desteserkirin ji Çekyayê re hatiye şandin. Herwiha Bozdagî diyar kir ku muslim dê îro derkeve pêşberî dadgehê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin