Ajansa fermî ya nûçeyan a Tirkiyê dibêje desthilatdarên Çîkî hevserokê berê yê partiya Yekîtiya Demukrat PYD doh Şemiyê li bajarê Pragê girtine.
Ajansa Tirkî diyar kiriye ku girtina Mislim piştî daxwaza Tirkiyeyê ji Interpolê pêk hatiye.
Polîsê Çîkî hîn ti zaniyariyek di vê derbarê de nedane.
Mislim meha Şibatê ketibû lîsta kesayetiyên sereke yên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên xwestin.
Tirkiyê PYD wek “gurûpeka terorîst” a girêdayî PKK dide nasîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin