Hikûmeta Iraqê biryar daye çekên Amerîkî ji heşda şebî bistîne

hikûmeta Îraqê derbarê çekên Amerîkî de biryarek der kiriye
کوردستان TV
100%

Rojnameya El-Heyat ji ser zimanê çavkaniyeke serbazî Iraqî belav kiriye, bi armanca kêmkirina dilgiraniyên Amerîka û tirsa veguhestina çekan ji bo şerê Sûryê, bi riya çekdarên Heşda Şebî, Hikûmeta Iraqê biryar daye ku çekên Amerîkî ji girûpên Heşda Şebî bisîtne.

Rojnameyê diyar kir, tirsa Iraqê ji wê yekê heye, ku ew çekên Amerîkî ji aliyê Heşda Şebî ve, li derveyî Iraqê di şerûpevçûnan de bên bikaranîn.

Heman rojnameyê tekez kiriye, ku Îran fişaran li Heşda Şebî dike, daku li derveyî Iraqê jî şer bike, ev jî şermezariyeke mezin ji Hikûmeta Iraqê re çêdike, ji ber ku ew yek mercên girêbesta kirrîna çekan li gel Amerîka binpê dike.

Biryara Hikûmeta Iraqê ya kişandina çekên Amerîkî ji Heşda Şebî, piştî wê yekê hat, ku berpirsên Amerîkî hişyar dan Bexdayê daku çekên Amerîkî yên li cem artêşa Iraqê radestî Heşda Şebî neke.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.