Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê H.R McMaster li Waşingtonê civiyan.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Waşingtonê bi Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê H.R McMaster re hevdîtin kir û bi wî re derbarê xurtkirina pêwendiyên du alî û hevkarî û hevbeşiya navbera Hewlêr-Waşingtonê de gotûbêj kir.
Derbarê civînê de, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşingtonê, Beyan Samî Ebdurehman li ser hesaba xwe ya twitterê ragihandiye, “Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê H.R McMaster derbarê pêşhatên siyasîm ewlehî û aborî yên van demên dawiyê de gotûbêjeke baş encam dan.”
Beyan Samî Ebdurehman herwiha gotiye, her du aliyan “derbarê rêyên xurtkirina alîkariyên navbera Kurdistan û Amerîkayê de jî gotûbêj kirin.”
Mesrûr Barzanî duh Pênşemiyê di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Waşingtonê, daku derbarê pêwendiyên navbera Kurdistan û Amerîkayê, pirsgirêk û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rayedarên pilebilindên Koşka Spî û herwiha endamên Kongreya Amerîkayê re hevdîtinan pêk bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin