Nûnera Daîmî yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley diyar kir ew îhtimala bikaranîna hêzên leşkerî li hember hêzên hikûmeta Sûriyeyê derveyî îhtimalan nabînin.
Haley li Enstîtuya Siyasetê ya Zanîngeha Chicagoyê axivî û anî ziman, "Çareseriya leşkerî tu wext ne li derveyî îhtimalan e lê ji ber parastina mirovan ji çekên kîmyewî em dixwazin hemû tiştên pêwist bikin."
Haley amajê pê kir ku eger agahiyên bikaranîna çekên kîmayewî werine piştrastkirin çawa ku Washingtonê di Nîsana 2017an de li hedefên Sûriyeyê da dibe ku hedefên din ên Sûriyeyê jî were xistin û wiha pê de çû, "Êrişên bi moşekî hema wisa nayên kirin. Divê were famkirin ku li devera kut ê xistin kî heye. Serokê Amerîkayê Donald Trum dibêje em planên xwe eşkere nakin lê eger di warê bikaranîna çekên kîmyewî de delîl bêne dîtin Esad fam dike ku em dê têkevine dewrê."
Haley destnîşan kir ku Amerîka fişarên xwe yên li ser ‘Rûsyaya ku hikûmeta Esad diparêze û ji alikariyên mirovî bo Gûtayê asteng dike' berdewam dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin