Bo piştgîrî kirina Efrînê meş tên kirin.
KNK, rêxistinên sivîl û pêkhateyên cûda yên Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê wê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê xwepêşandan lidar bixin.
Li bajarê Hewlêrê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), nûnerên aliyên siyasî û rêxistinên sivîl daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê roja Şemiyê 24’ê Sibatê saet 14:00’ê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê xwepêşandan lidar bixin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de yek ji endamên komîteya amadekar a xwepêşandanan Rêbaz Yusif axivî û got; “Di 24’ê Sibatê de yanî roja Şemiyê saet 14:00’ê ji bo piştgiriya Efrînê wê xwepêşandana giştî bê lidarxistin.
Em bang li hemû hêz, aliyên siyasî û pêkhateyan dikin ku tevlî xwepêşandana bibin ku nameyek piştgiriya ji bo Efrînê û êrîşên nerewa yên dewleta Tirk li ser Efrînê rawestîn pêşkêşî navendên biryardayînê yên cîhanê bikin.”
Her di daxuyaniya çapemeniyê de şêwirmendê Hevserokatiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Farûq Cemîl peyama rêxistinên amadekar a xwepêşandana xwend û wiha hate gotin; “Zêdetirê mehekê ye dewleta Tirk êrîşê ser Efrînê dike. Li hemberî vê jî kur û keçên şervan parastina xaka xwe dikin. Ew bûne şanaziya hemû Kurdan û civaka mirovahiyê.
Efrîn niha hîn zêdetir pêwîstî bi piştgiriya azadîxwazan heye. Ji bo wê jî Kongreya Netewî ya Kurdistanê ji hemû gelê Kurdistanê daxwaz dike saet 14:00’ê roja Şemiyê 24’ê Sibata 2018’ê tevlî xwepêşandan û çalakiyên ji bo piştgiriya Efrînê bibin.
Başûrê Kurdistanê bi alaya Kurdistanê piştgiriya Efrînê dike. Li Hewlêr, Silêmanî, Dihuk, Helebce, navçe û bajarokên din ên Kurdistanê xwepêşandan wê bên kirin û wê îspat bikin ku Efrîn ne bi tenê ye.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin