Iraq yek ji welatê herî gendel ê cîhanê ye

gendelî li Îraqê li lûtkeyê deye
کوردستان TV
100%

Rêxistina şefafiyeta navnetewî, Iraqê yek ji welatên cîhanê yê herî gendel pênase kir.

Li gor rêzbendiya gendeliyê ya welatên cîhanê ya sala 2017ê ku duh 21.02.2018ê ji aliyê Rêxistina Şefafiyeta Cîhanê ve hatiye belav kirin, welatên Newzelland, Danîmarka, Fînlandiya, Norwec, Swîsre, Sîngapur, Swêd, Kanada, Lûksemburg û Hollanda li dû yek welatên cîhanê yên herî paqij ji aliyê gendeliyê ve hatine pênase kirin.

Rêzbendiya ku li ser bingehê şeffafiyeta karên hikûmetê hatiye amade kirin de, Iraqê di rêza 169.mîn a cîhanê de cîh girtiye û tenê Sûriye, Afganîstan, Lîbya û Yemen li pêş wê ne.

Berî naha lijneya darayî ya parlamentoya Iraqê di raportekê de aşkera kiribû ku, di heyama 12 salên desthilatiya hevpeymaniya Niştimaniya Şîeyên li Iraqê de, 450 milyar dolar xezîneya dewletê hatiye xisar kirin û hatiye dizîn.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.