Li Geverê 9 welatî hatin girtin

zextên li dijî Kurdan didomin
کوردستان TV
100%

Li gelek bajaran operasyona binçavkirinê hate lidaraxistin. Leşkeran li 4 gundên Geverê bi ser gelek malan de girt û 9 kes binçav kirin.

Operasyona binçavkirinê bê navber berdewam dike.  Leşkeran avêt ser 4 gundên Gevera Colemêrgê. Di avêtina ser gundan de yek jê jin 9 kes hatin binavkirin.

Di avêtina ser gundên Tîloran, Şîşemzîn, Dara û Yoncalikê kesên hatin binçavkirin, birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Piştî karên li fermandariya cendirmeyan, kesên binçavkirî sewqî Emniyeta Navçeyê hatin kirin.

Di avêtina ser malan de tifingên bi ruxset hatin destserkirin û her wiha saetên logoya DBP'ê li ser in jî bi hinceta "tabloya ku agahiyên rêxistinê dihebîne" hatin desteserkirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.