Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat Şahoz Hesen di derbarê rewşa Efrînê de peyivî. Hesen “Tirkiye dixwaze Kurdan ji Efrînê derbixe û miletên din bike şûna wan.”
Operasyona Tirkiyê ya li ser Efrînê ev heyvek û du roj e didome. Rewşa li Efrînê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat Şahoz Hesen bi rojnamevan Wladimir van Wilgenburg re axivî. Hesen pirsa "rewşa li Efrînê çawaye" wiha bersivand: Ji heyvek zêdetir e ku dewleta Tirkiye bi hemû hêza xwe êrişê Efrînê dike û ev êriş li ber çevê hemû dinyayê diqewime. Tirkiye dixwaze bikeve Efrînê û miletê kurd ji wir derbixe û miletên cuda bixe şûna wan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin