Behsa rewşa Efrînê û êrîşên ser Efrînê kirin.
Îro Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya desteya Serokatiya civata Kurdî ya li Sûriyayê kir.
Di civînê de behsa rewş û pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên li Rojavayê Kurdistanê û Efrînê hate kirin û bîrûra derbarê pêşroja Rojhilatê Firatê û hevkêşeyên leşkerî û siyasî yên li deverê de lihev veguhastin.
Her di heman civînê de şanda mêwan bi awayekî kurt behsa têkiliyên xwe yên li gel hêzên û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê kir û balkêşande ser kar û çalakiyên desteya Serokatiya civata Kurd li Sûriyeyê.
Di berdewamiya civînê de jî Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û behsa pêşeroj û metirsiyên li berdem gelê Kurd li Sûriyeyê kir û şîretên pêwîst di vê derbarê de pêşkêşî şanda mêwan kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin