Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ku dê ji bo rewşa Efrînê biçe Moskova û Tehranê îro li parlamentoya Fransayê di derbarê rewşa Efrîn û Sûriyê de axivî.
Jean-Yves Le Drian ku îro gotibû: ‘Li ser daxwaza Serokkomar Macron ji bo gotûbêjkirina rewşa Efrînê di demek nêz de ez ê biçim Moskova û Tehranê.’
Le Drian li parlamentoya Fransayê jî di derbarê geşedanên dawîn û rewşa Efrînê de axivî û ragihand ku ku rewş ber bi karesateke mirovî ve diçe.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî berî niha operasyona Tirkiyê rexne kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin