Beredevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di brîfînga rojane de diyar kir ku hêzên Amerîka li Efrînê tune ne û jiber vê jî agahiyên wan yên ser wê herêmê sînordarkirî ne.
Nauert got: Ti tevgera Amerîka li Efrînê tune û ti kom bi çek nekirine. Jiber vê jî agahîyên me yên ser Efrînê sînordarkirî ne.
Nauert bi bîr xist ku hefteya borî Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson serdana Tirkiyê kiriye û bi hevtayê xwe yê Mevlut Çavuşoglu û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bi awayekî berfireh ser Sûrîyê axifiye.
Nauert da zanîn ku Amerîka naxwaze ku li herêma Efrînê girjî zêdetir bibe û ew jiber rewşa sîvîlan jî ketine fikaran.
Nauert diyar kir ku bo têkbirina DIŞIê Amerîka û Tirkiyê dê zêdetir hevkariyê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin