Jêderên Amerîkî ragihand ku hevdîtina Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û şandeya Koreya Bakur, ji alîyê Koreya Bakur ve hatiye betal kirin.
Pence û şandeya Koreya Bakur dê li Olîmpiyatên Zivistanê yê Koreya Başûr kom bûbûna.
Berdevkê Cîgirê Serokê Amerîka Nick Ayers diyar kir ku jiber rexneyên Pence yên ser binpêkirinên mafên mirovan li Koreya Bakur, Pyongyangê civîn betal kiriye.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert da zanîn ku jiber ku civîna karbidestên Amerîkî û Koreya Bakur pêk nehatiye ew xemgîn in.
Dema merasîmên olîmpîyatê, Mike Pence silav li serokê şandeya Koreya Bakur, ku li nêzî wî rûniştibû, nedabû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin