Îlham Ehmed: Danûstendin bi hikûmeta Sûriyeyê re dewam dikin

hîn jî encameke diyar der neketiye
کوردستان TV
100%

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmedê got ku "Efrîn axa Sûriyeyê ye, normal e ku li himberî balafirên Tirkiyeyê sîstema berevaniyê ya Sûriyeyê were bikaranîn" û diyar kir ku "danûstendin di navbera wan û Şamê de berdewam dikin û wiha bawer dikin ku dê encamek jê derkeve".

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmedê got, ev 7 sal in, Efrîn li hemberî perçekirina Sûriyeyê di têkoşînê de bû û normal e ku Artêşa Sûriyeyê bi erkê xwe rabe û Efrînê biparêze.

Ehmed li ser rêkeftina muhtemel a derbasbûna Artêşa Sûriyeyê bo bajarê Efrînê got: “Efrîn axa Sûriyeyê ye û pêwîstiya wê bi parastinê heye. Normal e, li hember balafirên Tirkiyeyê sîstema berevaniyê ya Sûriyeyê bê bikaranîn.”

Îlham Ehmed diyar kir jî, heta niha artêşa Sûriyê bi erkê xwe ranebûye, ji ber ku hikûmeta Sûriyê dizane ku artêşa Tirkiyê têkeve Efrînê, dê rewşeke xirab çêbibe.

Hevseroka MSDê diyar kir ku danûstendin di navbera wan û Hikûmeta Sûriyeyê de berdewam dikin û wiha berdewam kir: Em bawer dikin ku encam dê jê derkevin."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.