Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi endamên Komîteya Ewlehiya Rûsyayê re rewşa li Efrînê û Sûriyeyê axiviye.
Peskov ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku Pûtîn bi endamên Komîteya Ewlehiya Rûsyayê re şerê li Efrînê û rewşa li Sûriyeyê bi hûrgilî nirxand.
Herwiha wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hevkarê xwe yê Pakistanî Hoca Muhammed Asif civîneke hevpar lidar xistibû û got: "Em daxwazên kurdan û fikarên Tirkiyeyê fam dikin û diyar kir ku divê di vê mijarê de spekulasyon neyên kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin