Li hember baregeha NY ya li Hewlêrê nesaxan xwepêşandanek lidarxist

daxwaz ji NY dikin ku çareyek ji qirîzê re bibîne
کوردستان TV
100%

Îro hejmarek ji komel û rêxistinên taybet bi nesaxiya Talesemi û kêmendam û kure û hin nesaxê din, xwepêşandanek li pêşiya baregahê Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Hewlêrê lidar xist.

Di xwepêşandanê de Dilzar Ebdulrehman serokê şaxa Hewlêrê ya Komeleya Nesaxiyê Talesemiyê daxuyaniyek xwend û tê de ragihand, "Piştî dorpêçên hikûmeta lraqê li ser Herêma Kurdistanê danîn, ji ber nebûna çareserî û derman beşeke nesaxên Talesemiyê canê xwe wenda kirine û ew ên mane jî ji ber nebûna dermanên pêwîst di rewşeke giran de ne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.