Parlementerekî Îraqî bersifeke tund da Îranê.
Piştî ku Şêwirmendê rêberê komara Îranê, Elî Ekber Welayetî gotibû Îran rê nade ku Lîberal û komonîst û kesên ku dûrin ji rêbaza Xumeynî li Îraqê bibin desthilatdar, îro parlementerekî parlementoya Îraqê yê ser bi hevpeymaniya netewî ya Îraqê Ebdulkerîm Ebtan bi tundî bersifa Îranê da.
Ebdulkerîm Ebtan diyar kir ku Îraqî û gelên Îraqê bi ti awayî rê nadin ku Îran û rayedarên Îranê û kesên ser bi Îranê bibin Serkirde anjî pêşengên Îraq û Îraqiyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin