10 çekdarên jin yên DIŞIê jî bi girtina heta hetayî hatin mehkûmkirin
Dadgeha Bexdayê fermana mirin û girtina heta hetayî da 11 çekdarên jin yên DIŞIê.
Berdevkê encumena bilind ya dadweriya Iraqê, Ebdulsetar Bayrqadar ragihand, îro hukmên dawî yên 11 çekdarên jin yên DIŞIê hat dayîn.
Ebdulsetar Bayraqdar da zanîn, tevahiya wan terorîstan biyanî ne ku 10 ji wan bi girtina heta hetayî û yek jî bi îdamê hat mehkûmkirin.
Wî rayedarê dadweriya Iraqê anî ziman ku ew terorîsta ku bi îdamê hatiye mehkûmkirin, tirk û welatiya Tirkiyê ye.
Beriya niha Wezîrê Kar yê Iraqê Mihemed Sûdanî gotibû, li Iraqê herî kêm 1500 jin û zarokên çekdarên biyanî yên DIŞIê girtî ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin