Foreign Policy Journal: Destxweşî li Nêçîrvan Barzanî tê kirin

foreign policy babetek derbarê Serokwezîrê Kurdistanê de weşand
کوردستان TV
100%

Rojnameya "Foreign Policy Journal" a amerîkî, li ser pirsgirêkên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê nivîsek belav kiriye û têde amaje bi wê yekê kiriye ku ji ber rêgirtina şerê navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, destxweşî li Nêçîrvan Barzanî tê kirin.

Di nivîsa Foreign Policy Journal de hatiye destnîşankirin ku beriya destpêkirina referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî di navbera Hewlêr û Bexdayê pirsgirêk hebûn, lê piştî referandumê pirsgirêk zêdetir bûne.

Foreign Policy Journal diyar kiriye ku hikûmeta Iraqê ji bo êrişkirina ser Başûrê Kurdistanê referandum kiriye hincet, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bijardeya rûbirûbûna leşkerî red kiriye.

Rojnameya amerîkî eşkere kiriye ku rola Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di qonaxa giran a rûbirûbûna Herêma Kurdistanê de hebû û wiha nivisiye: “Ji ber rola wî ya rêgirtina li şerekî vekirî ligel Bexdayê û serokatîkirina Herêma Kurdistanê di dirêjiya dema vê krîzê de, destxweşî li Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin.”

Foreign Policy Journal herwiha amaje bi wê yekê kiriye ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûra Iraqê dike, lê belê Bexda li ser rêkarên xwe yên tund ên li dijî xelkê Başûrê Kurdistanê berdewam e.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.