YPG: 15 leşker û çekdarên ASAyê hatin kuştin

YPG rojane derbên dijwar li Tirkiye û cîhadiyan dide
کوردستان TV
100%

Berdevkê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ragihand ku di rûbirûbûna li hember êrîşa artêşa Tirkiyeyê û çekdarên ser bi wê ve 15 leşker û çekdaran hatin kuştin.

Berdevkê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke diyar kiriye ku li gundên Qude yê navçeya Raco şervanên YPGê êrîşî xaleke çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve kir, di encamê de 7 leşker û çekdar hatin kuştin.

Herwiha li gundê Bilêlko yê heman navçeyê jî di şer û pevçûnan de 6 çekdar û leşker hatin kuştin.

Li derdora gundê Dêwa di navbera hêzên YPGê û Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve şer derket û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin.

Herwiha medyaya Tirkiyeyê jî ragihandibû ku êrişî navenda çekdarên ASAyê kirine û di encamê de jî 5 çekdarên ASAyê, 2 jî leşkerên tirk birîndar bûne.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.