Nêçîrvan Barzanî ligel rayedarên wezareta derve ya Almanyayê civiya

li gel rayedarên her du wezaretên derve û berevanî civiya.
کوردستان TV
100%

Şanda Kurdistanê li gel rayedarên wezareta derve û berevanî ya Almanyayê civiya.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Almanyayê ya bi mebesta beşdarî kirin di konferansa ewlekariya Munichê şanda Kurdistanî bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çend civîn û hevdîtin pêk anî.

Di vê çarçoveyê de îro di saet 16:00an de 54mîn Konferansa Asayişê ya Munichê li Almanyayê dest pê kir. Konferans bi beşdariya çendîn serok û serkirdeyên cîhanê, dê heta 3 rojan berdewam bibe. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi Serokatiya şanda Kurdistanê di konferansê de beşdar in.

Şanda Herêma Kurdistanê di saet 16:00an de ligel rayedarên Wezareta Derve ya Almanyayê civiya. Herwiha biryar e îro ligel Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen hevdîtinek pêk bînin. Ji bo sibe jî bernameyeke sift a şanda Kurdistanê heye.”

Piştî vê civînê şanda Kurdistanî li gel wezîra bervanî ya Almanyayê Ursula von der Leyen jî civiya û di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Almanya, hevkariyên Almanya bo hêzên pêşmerge û şerê dijî terorê hate kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.