Amerîka: Alîkariyên me bo pêşmerge didomin

Serokwezîr û şandeke leşkerî ya Amerîkayê civiyan
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel civiyan.

 Êvara çarşemê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê General Joseph Votel kir. Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeke leşkerî û dîplomasî ya Amerîkayê jî amade bûn, rewşa leşkerî û ewlehî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê û herwiha qonaxa piştî jinavbirina DIŞIê hate gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de li ser geşedanên herî dawî yên gotûbêja lijneyên teknîkî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û hevdîtinên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî yên li Bexda û Davosê hate axaftin û şanda Amerîkayê "hêviya xwe anî ziman ku li gor destûra Iraqê herdu alî bigihin çareseriya temamê pirsgirêkan".

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgirî û hevkariya leşkerî ya berdewam a Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge di şerê dijî DIŞIê de kir û hêviya xwe anî ziman ku hevkarî berdewam bin. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku li ser bingeha destûrê Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel hikûmeta Iraqa Federal amade ye.

Di civînê de General Votel spasiya alîkarî û hevahengiyê kir ku navbera hêzên Pêşmerge û leşker û rahênerên Amerîkayê de heye. Joseph Votel herwiha tekez kir ku alîkariya leşkerî ya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge berdewam e.

Gotûbêjkirina rewşa herêmê bi giştî û şerê dijî terorê li Iraq û Sûriyê, aliyekî din ê hevdîtinê bû. Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê mijarê de herdu aliyan tekez kirine ku têkbirina terorê tenê ji aliyê leşkerî ve bi dawî nabe, divê ji bo jinavbirin û têkbirina hizr û ramanên terorîstan bernameyek were amadekirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.