Serok Barzanî li gel frakisyona PDKê civiya.
Îro li Selahedînê Serok Barzanî li gel frakisyona partiya demokrata Kurdistanê ya li parlementoya Kurdistanê civiya.
Di civînê de frakisyona PDKê bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên xwe, têkiliyên xwe yên li gel aliyên din û hilbijartinên pêşrojê yên Kurdistanê kir.
Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser rewşa siyasî ya deverê û cîhanê û pêşhatên dawî yên Îraq û Kurdistanê jî rave kir.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa prosesa referandum û bûyerên piştî referandum, bûyerên ku bûne sedem daku gelê Kurdistanê referandumê bike û bûyerên piştî îxaneta Kerkûkê kir û anî ziman ku binpê kirina destûr û jinav birina hevparî û nehêştina hevsengiyê bûne sedem daku gelê Kurdistanê referandumê lidar bixe.
Serok Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de behsa qehremanî û berxwedana hêzên pêşmerge kir û ragihand ku hêzên pêşmerge nehêştin ku pilana neyarên Kurdistanê serkeftî be û ew pilana han bi qazanca gelê Kurdistanê pûçkirin.
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku hilbijartin baştirîn rêye bo serrast kirina prosesa siyasî ya li Kurdistanê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin