Civata parêzgeha Silêmanî rexne li Heyder Ebadî dike.
Civata parêzgeha Silêmanî derbarê sozên Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî de yên bo şandina bûdce û mûçeya fermanberên Kurdistanê ragihand ku mixabin, Serokwezîrê Îraqê ti sozeke xwe bicîh neaniye û xelk birçî kiriye.
Civata parêzgeha Silêmanî herwiha diyar kir ku Ebadî bi wan sozên xwe hêvî dabû xelkê Kurdistanê lêbelê sozên vî direw derçûn û xelkê jî bêhêvî bûye.
Weke tê zanîn piştî xiyaneta Kerkûkê Serokwezîrê Îraqê gotibû ku bûdce û mûçeya fermanberên Kurdistanê dişîne lêbelê heta niha ti tiştek nekiriye û xelk jî ew çend roje li dijî Ebadî dest bi xwepîşandanan kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin