Cibûrî: Şandina petrola Kerkûkê bo Îranê vê mehê dê dest pê bike

Îran û Îraq kar li ser petrola Kerkûkê dikin
کوردستان TV
100%

Parêzgarê Kerûkê yê bi wekaletê Rakan Cibûrî îro duşemê got ku Iraq dê di nava vê mehê de dest pê bike ku petrola Kerkûkê bişînin û rêjeya rojane dê 60 hezar bermîl bin.

Li gorî Reutersê, Cibûrî îro beşdarî kongreya avakirina Iraqê ya li Kuweytê bi rê ve diçe de bû û gotiye: "Hikûmeta Federal di çend rojên pêş de dê dest pê bike ku petrola kêlîgehên bakurê Kerkûkê bifiroşe Îranê û dê ev tişt rêjeya wê ya rojane bigihêje 60 hezar bermîlan".

Berî niha Iraq bi Îranê re li hev kiribû ku 60 hezar bermîl petrola xam a Kerkûkê bi petrola Îranê re biguherîne ku ew dê li başûrê Iraqê bê radestkirin û ew petrol bi tiran bo bajarê Kirmaşanê bê şandin.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.