Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Fransa Jean Yves Le Drian gihîşt Bexdayê. Le Drian piştî Bexdayê wê serdana Hewlêrê jî bike.
Îro wezîrê derve yê Fransa Jean Yves Le Drian gihîşt Bexdaya paytextê Iraqê. Le Drian dê bi rayedarên Iraqî re li ser şerê DIŞIê û nûavakirina deverên ku di şer de wêran bûne hevdîtinan pêk bine.
Li gor zanyariyan, Le Drian piştî Bexdayê wê serdana Hewlêrê jî bike, lê nayê zanîn gelo wê bi rêvebir û berpirsên siyasî yên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan bike yan na.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin