Li Kuwaitê bi beşdariya hijmareke zêde ji nunerên welatên biyanî kongre destpê kir.
Îro li Kuwaitî bi beşdariya zêdetir ji 250 kompaniyên curbicur li çend welatên cîhanê û herwiha bi beşdariya hijmareke zêde ji nunerên welatên cîhanê kongreya awedan kirina Îraqê destpê kir.
Di vê kongreya han de vê giftûgo li ser çawetiya awedan kirina Îraqê, çawetiya kom kirina alîkariyan bo Îraqê û herwiha cîhbicîh kirina wan projeyan ku vê li Îraqê ji aliyê kompaniyên curbicur ve werin cîhbicîhkirin, were kirin.
Herwiha Îraqê dixwaze bi rêya vê kongreya han zêdetir ji 100 miliyar dolaran alîkarî bo xwe kom bike.
Şandeke hikûmeta Kurdistanê jî di vê kongreyê de beşdare û vê çend hevdîtin û civînan li gel kompaniyên cîhanî pêk bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin