Wezîrê derve yê Tirkiyeyê derbarê têkiliyên navbera Tirkiye û Amerîkayê hişdarî da.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu îro duşemê Amerîka bi tundî rexne kir ku bi zanabûn şerê dijî DIŞIê dirêj dike da ku dawî li peywendiyên xwe bi YPG re bîne.
Çavuşoglu li Stenbolê ji nûçegîhanan re got ku hêzên Amerîkî bi zanabûn li hîn cîhan êrîş nabin ser çekdarên DIŞIê daku hevkariya xwe bo YPGê bidomînin.
Çavuşoglu, berî hevdîtina xwe ya hevtayê xwe yê Amerîkî Rex Tillerson, got ku têkîliyên Tirkiyê ya ligel Amerîka di qonaxa “avakirin yan hilweşînê” de ye û divê Washington “pengavên berbiçav” bavêje ku baweriya Tirkiyê jinûve qezenc bike.
Çavuşoglu got: Peywendîyên me di qonaxeke krîtîk dene. Yan emê wan peywendiyan baştir bikin yan jî werin qutkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin