Wezareta Navxwe ya Tirkiyê navê Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim xist nav “lîsteya sor a terorê” û herwiha 4 milyon lîreyê tirkî (milyonek û 50 hezar dolar) xelat destnîşan kiriye bo kesên derbarî wî de agahiyan bidin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê lîste terorê ya wî welatî nû kir. Piştî nûkirinê 44 kes bi ser lîsteya sor ve, 26 kes bi ser lîsteya hêşîn, 34 kes bi ser lîsteya kesk, 37 kes bi ser lîsteya pirteqalî û 89 kes bi ser lîsteya gewr ve zêde kirin.
Di “lîsteya terorê” ya Tirkiyê de navê “128 kesên ji rêxistinên çepgir”, “599 kesên ji rêxistinên terorîst”, “73 kesên olê îstismar dikin” û “80 kesên ji FETOyê” hene.
Di lîsteya ku hat nûkirin de navê hevserokê Salih Muslim jî cara ewil ket lîsteyê.Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 4 milyon lîreyê tirkî xelat destnîşan kiriye bo kes an kesên derbarî Salih Muslin de agahiyan bidin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin