Hikûmeta Almanya nexwaşxaneyeke leşkerî bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bajarê Hewlêrê ava dike.
Îro 11.02.2018ê wezîra berevaniya Almanya Ursula Von Der Leyen ku ji bo serdaneke fermî hate Hewlêrê û serdana şêwirmend û leşkerên Almanya yên li Hewlêrê kir û herwaha serdana nexwaşxaneya leşkerî ya beşa lezgîn, ku ji tebaxa sala 2017ê ve bingehê wê hatiye avêtin û ji aliyê hikûmeta Almanya ve tê ava kirin û qonaxên ava kirina wê di cîhê wê de dît derbarê wê de agahî wergirtin.
Nexwaşxane taybet bo hêzên Pêşmerge ye û piştî temam bûna nexwaşxaneyê dê Pêşmergeyên birîndar li wê nexwaşxaneyê bên çareser kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin