Heyder Şeşo dibêje bi ti awayî li gel PKKê rêkeftin îmze nakin.
Piştî belav bûna nûçeyek ku behsa lihev kirina hêzên parastina Êzidîxan bi Fermandariya Heşder Şeşo û endamên YBŞê yên ser bi PKKê û artêşa Îraqê li dor radest kirina binkeyên leşkerî bi hêzên polîs yên Îraqê, îro Fermandarê hêzên parastina Êzidîxanê Heyder Şeşo diyar kir ku ew weke hêzên Êzidîxanê bi ti awayî li gel PKKê rêkeftin îmze nakin.
Şeşo herwiha diyar kir ku PKK dixwaze zorê xwe bi ser tevahiya Şingalê de bisepîne û em weke hêzên Êzidîxanê bi ti awayî li gel PKKê rêkeftin îmze nakin jiber ku hebûna PKKê li deverê de beruvajî berejwendiyên Êzidiyên deverê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin