Vê di kongreyê de Hevserokên nû werin hilbijartin.
Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê ya opzisyon li Tirkiyê, roja yekşemê li bajarê Enqerê kongreya xwe lidar xist û di kongirê de hevserokên nû yên partiyê li şûna hevserokên ku niha di girtîgehên Tirkiyê de ne, dê bên hilbijartin.
Partiya HDP’ê duyemîn partiya herî mezin ya opozisyone li Tirkiyê, hevserokên HDP Selahettin Demirtaş ji Mijdara 2016an heta nihe di zîndanên Tirkiyê de ye û bi tawana têkliyên wî yên bi Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê ya qedexekirî tê tawanbar kirin lê Demirtaş hertim ev tawanbarî red kirîye, herwiha Figen Yuksekdag hevseroka HDP'ê ew jî mafê dest lênedana wê di Parlamenê de hatiye hilandin û nihe di girtîgehê de ye, ew jî bi peywendiyên ligel PKK'ê û bi heman tawanê tê tawanbar kirin.
Li meha Gulana sala par Serpil Kemalbey weke hevserokê HDP'ê hatbû hilbijartin, da ku ciyê Figen Yuksekdag bigire. Lê dewleta Tirk roja Înê biryara girtina Serpil Kemalbey daye jiber dijayetiya wî ya Êrîşên Tirkiyê bo ser Efrînê, lê hêjî nehatiye girtin.
Namzeta Hevserokatiya HDP'ê Pervîn Buldan di kongireyê de peyvek bi zimanê Tirkî pêşkekş kir. Pervin Buldan û Sezai Temelli herdu namzetên Hevserokatiya nû ya HDP’ê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin